Elmanya.. Çalakiyek ji bo danasîna pirtûka (Rêbaz) a nivîskar Bûbê Eser bi rê ve çû
Welat TV - Hewlêr
Pirtûka Nivîskar Bûbê Eser ya bi navê Rêbaz di çalakiyekê de li Elmanya hate danasîn.
Li bajarê Êsin yê Elmaniya, çalakiyek ji bo danasanîna pirtûka Nivîskar û Romanivîsê Kurd Bûbê Eser ya bi navê Rêbaz ku li ser rêbaza Barzaniyê Nemir e, bi rê ve çû.
Di wê çalakiyê de, hejmarek ji nivîskar û hezkerên wêje û çanda Kurdî amade bûn.
Nivîskar Bûbê Eser ji beşdarbûyan re behsa naveroka pirtûka xwe kir û nêrîn derbarê pitûkê bi hev hatin guhertin.
Bûbê Eser, jidayikbûyê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye, di sala 1975an de tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistan – Turkiya bûye, ta niha 14 berhemên wî derketine.
►Her weha biwîne.. Helbestvanê Kurd Hisên Hebeş li Elmanya dîwana xwe ya nû îmze kir