Minbic.. Zêdetirî 10 kesan bûn qurbanî di bûyereke hatinûçûnê de

Minbic.. Zêdetirî 10 kesan bûn qurbanî di bûyereke hatinûçûnê de

Welat TV - Hewlêr

Di encama bûyereke hatinûçûnê de li bajarê Minbicê 11 kes bûn qurbanî, piraniya wan ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ne.

Jêderên xwecihî ragihandin, îro li gundê Elheyê li Rojhilatê Minbicê barhilgirek li mêkrobaseke ku ji Kobaniyê berev Helebê diçû qelibî, di encamê de, 5 kesan canên xwe ji dest dan 6 jî birîndar bûn, piraniya wan xelkê bajarê Kobaniyê ne.

Tê zanîn, bûyera hatinûçûnê derdora demjimêr 6:30 sibehê encam daye û birîndar bo nexweşxaneyên Minbicê hatine veguhestin.