Emşat darên merxan li Efrînê dibirin: 500 dar birîne
Welat TV – Hewlêr
Li navçeya Mabeta ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Sultan Silêman Şah darên merxan dibirin, û weke êzing difiroşin.
Dîdevanekî ji Welat TV re îro 27ê Adara 2024an got: Ji du mehan ve, çekdarên Emşat li gundê Hisê yê Mabeta darên merxan dibirin, û weke êzing difiroşin.
Jêderê da zanîn: Ta niha derdora 500 dar birîne, bi alavên giran dibirin û li cihekî kom dikin, pişt re bo bajarê Idlibê dişînin û li wir difiroşin.
Jêderê tekez kir: Birîn û dizîn bi serpereştiya çekdarê bi navê Qenas û Ebû Xazî bi rê ve diçe, û xwediyên teraktoran neçar dikin bê beramber kar bikin.
Bajarê Efrînê, 7 navçe û gundên wê niha di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya oposizyona Sûriyê de ne, ji 18 Adara 2018an ve ji destê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê derketiye.