Revenda Kurdî li Îmaratê Newroz pîroz kir

Revenda Kurdî li Îmaratê Newroz pîroz kir

Welat TV – Hewlêr

Li Îmarata Erebî, revenda kurdî cejna Newrozê û sersala kurdî pîroz kir.

Di ahengê de bi dehan ji welatiyên Rojvayê Kurdistanê yên li wî welatî dimînin beşdar kir û dîlan bi cilûbergên kurdî xemiland.

Hunermend Sefqan Orkêş û çend hunermendên din Newroz şên kir, û stranên netewî û niştîmanî pêşkêş kirin.

Ji bilî dîlan û stranan çend çalakiyên din bi rê ve çûn.

Di dema dawiyê de, bi sedan malbatên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane Îmarata Erebî û li wir kompanî vekirine û bûne karsaz.