Nûnerê Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî spasiya serok Barzanî dike

Nûnerê Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî spasiya serok Barzanî dike

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Mihemed El-Hesan îro li Pîrmamê civiyan. 

Civîn bi bûneya bidawîhatina erkê El-Hesan bi rê ve çû, tê de El-Hesan xatir xwest û spasiya Serok Barzanî li ser piştevaniya berdewam a ji bo serxistina karê xwe kir.

Baregah Barzanî da zanîn, Serok Barzanî spasiya nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî kir ji bo wan hewldanên ku dane bi mebesta rûbirûbûna astengiyan li Iraqê û piştgiriya wan ji bo serkeftina pêvajoya siyasî û hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û pêkhateyên Iraqê de ji bo dabînkirina aramî û aştiyê ji bo gelên Iraqê. Her weha hêviya serkeftinê ji bo El-Hesan di erkê wî yê bê de xwest.