Reuters: Ji ketina Esed ve girtina 829 kesan li Sûriyê hatiye belgekirin
Welat TV - Hewlêr
Ajansa Reutersê di raportekê de ragihand ku wê ji ketina Esed ve, girtina zêdetirî 800 kesî belge kiriye.
Ajansê da zanîn ku, hikûmeta Sûriyê ya veguhêz bi sedan kes ji pêkhateya Elewî girtine, bi taybetî piştî bûyerên Beravê di Adara bûrî de, û ev yek hîn berdewam e.
Raportê diyar kir jî ku gelek kes ji pêkhateya Durzî bi awayekî bikom hatine girtin, piştî derketina şerê Siwêdayê havîna bûrî.
Li gorî raportê, hikûmeta veguhêz gelek kesên din bi behaneya parastina ewlehiyê jî girtine, piraniya wan ji pêkhateya Sunî ne.
Ajansê got jî ku wê herî kêm girtina 829 kesan ji dema hilweşîna Rêjîma Esed ve, belge kiriye.
Tevî ku serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ Berçileya sala bûrî soz dabû zindanên ku Esed ava kirine bigire, lê li gorî raportê herî kêm 28 zindan û navendên serdema Esed careke din vegeriyane kar.
Her li gorî ajansê, piraniya kesên ku hatine girtin, bê tometên zelal zindankirî ne û di navendên girtinê de qerbalixiyek heye her weha kesên girtî ji ber xwarina kêm û belavbûna nexweşiyan dinalin.
Ji aliyê xwe ve, hikûmeta veguhêz diyar kir ku hejmara kesên sala bûrî ji zindanan hatine berdan ji hejmara grtiyan zêdetir e û ew hel dide hevsengiyekê di navbera çaksazî û dadmendiyê de çêbike.
Piştî zêdetirî salekê ji ketina Esed, careke din bi sedan kes bi tometên cuda têne zindankirin û tirsa welatiyan ew e ku dîsa bi hezaran kes bên zindankirin û çarenivîsa wan winda bibe.