Emerîka siza li ser 11 kes û aliyên piştevan ji Rêjîma Esed re sepandin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Gencîne ya Emerîkayê sizayên nû li ser 11 kes û aliyên ku piştevaniya Rijêma Sûrî dikin, sepandin.
Nivîsîngeha Çavdêriya Darayî ya Biyanî ya Wezareta Gencîne ya Emerîkî duh di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber piştevaniya wan ji Rêjîma Esed re bi rêya bazirganiya madeyên hişber û opersiyonên diravî yên ne yasayî siza li ser: “Tahir Elkeyalî, Mehmûd Ebulîlah Eldic, Mihemed Elî Elmenla, Aleksey Makarov, kompaniya Eldî Jî, kompaniya Maya, kompaniya FreeBird, kompaniya STG Logistic, kompaniya Grains Middle East, kompaniya Eltair û her du kompaniyên Elfadil û Eledhem” hatin sepandin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkî Matthew Miller di vê derbarê de ragihand, Rêjîma Sûrî bi alîkariya alîne biyanî dahatine mezin ji bazirganiya Kiptagonê bi dest dixe, di serdema Rêjîma Esed de Sûriya bûye pêşeng di çêkirin û henardekirina Kiptagonê de, ev siza li gorî yasaya Sîzer û biryara 13582 a 17ê Tebaxa 2011an hatin sepandin.
Di salên borî de, çêkirina û belavkirina madeyên hişbir bûye jêdera aborî ya sereke ya Rêjîma Sûrî, torên qaçaxçiyê yên bi ser rêjîmê ve madeyên hişber li hundir û derveyî Sûriyê belav dikin.
Li gorî malpera Elmonîtor ya Emerîkî, derdora 80 % ji Kiptagona li cîhanê li Sûriyê tê çêkirin, Beşar Elesed û kesên bi ser ve bi alîkariya "Hizbûlah" a Libnanî û milîsên ser bi Îranê ve çêkirin û bazirganiya Kiptagonê bi rê ve dibin.