Li gundekî Efrînê mayînek teqiya û cotkarek mir

Li gundekî Efrînê mayînek teqiya û cotkarek mir

Welat TV - Hewlêr

Mayînek li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqiya, di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Jêderekê ji gund Ji Welat TV re got, dema ku welatiyê bi navê Ehmed Qedûr, bi traktora xwe cot dikir, mayîn teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Ehmed Qedûr 45 salî bû bi xwe ji bajarokê Dêr Cimêl ê Helebê ye, ji pêkhateyên Ereb e, weke cotkar li gundê navbûrî kar dikir.

*Gundê Bênê

Gundê Bênê yek ji gundên Efrînê yên hevsînor di navbera deverên di bin destê grûpên çekdar ên bi ser Turkiyê ve û Rêveberiya Xweser de bû. Her dem û demekê li wî gundî û gundên derdorê şer derdiket û bi dehan mayîn û paşmayên şer teqiyane û bi dehan sivîl bûne qurbanî. Ji beriya salekê ve ew gund û 11 gundên din ên Efrînê ji destê Rêveberiya Xweser derketine.