Paporeke gazê li Dirbêsiyê teqiya: Jinekê jiyana xwe ji dest da

Paporeke gazê li Dirbêsiyê teqiya: Jinekê jiyana xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr

Jineke kurd ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber teqîna paporeke gazê jiyana xwe ji dest da.

Beriya 15 rojan papora gazê di mala Şems Celal Dêrikî teqiyabû, ji ber birînên xwe bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatibû veguhestin.

Jêderên xwecihî tekez kirin: Piştî 15 rojan ji dermankirinê jiyana xwe ji dest da.

Jêderan dane zanîn: Şems 30 salî bû, xêzandar bû dayîka zarokekî ye.

Di 29ê Çileya îsal de, Xelîl Hisên, ciwanê bajarê Qamişlo ji ber heman sedemê piştî 19 rojan li nexwşxaneyeke Duhokê ji ber şewata giran jiyana xwe ji dest da.