El-Şeybanî ji Mosko: Pêwendî derbasî qonaxeke nû bûn
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî ji Mosko ragihand ku pêwendiyên Sûriyê û Rûsya derbasî qonaxeke nû bûn.
El-Şeybanî li gel Wezîrê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra û hin berpirsên Dezgeha Istixbaratên Giştî, roja Sêşemê gihişt Mosko û hejmarek civîn encam dan û li gel serokê Rûsya Vladimir Putin jî civiyan.
*Daxuyaniyên El-Şeybanî û Lavrov
Wezîrê Derve yê Sûriyê û wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov kongireke rojnamevanî li dar xist. El-Şeybanî got ku pêwendiyên Sûriyê û Rûsya derbasî qonaxeke nû bûn.
Got jî ku ew dixwazin pêwendiya di navbera Şam û Mosko de veguhêzin asteke stratecîk li gorî berjewendiyên hevbeş.
Her weha dixwazin ku pêwendiyên Sûriyê li gel hemûyan, "hevseng û aram" bin.
Ji aliyê xwe ve jî wezîrê Derve yê Rûsya got ku Mosko pabend e bi piştgiriya serweriya Sûriyê û yekbûna xaka wê.
Da zanîn jî ku wan li gel aliyê Sûrî li ser piştgiriya hevkariya hevbeş li hev kir.
*Civîna li gel Putin
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî û yê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra li gel serokê Rûsya Vladimir Putin civiyabûn û hejmarek dose hatin gotûbêjkirin.
Li gorî ajansa "Sana" ya fermî, Putin tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Sûriyê û giringiya parastina yekbûna xaka sûriyê û serweriya wê kiriye.
Got jî ku Putin "tekezî li ser redkirina projeyên dabeşkirina Sûriyê, û destêwerdanên Israîlê kiriye".
Heman jêderê da zanîn ku li ser asta Siyasî jî, pêşhateyên herêmî û navdewletî hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser hemahingiya siyasî û dîblomasî di navbera Şam û Mosko de hate kirin.
Di Cotmeha bûrî de serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' li gel hejmarek Wezîr gihiştibû Mosko, û li gel Putin civiya.
Di danûstandinên herdu aliyan de, tekezî li ser giringiya parastina aramiyê li Sûriyê û deverê hat kirin, her weha doseyên bihêzkirina hevkariyê di warên abûrî û enerjiyê de hatin gotûbêjkirin.