Mihemed Elî Şakir li Qamişlo û Amûdê hat bibîranîn

Mihemed Elî Şakir li Qamişlo û Amûdê hat bibîranîn

Welat TV - Hewlêr

Hunermend û Helbestvan Kurd ê navdar Mihmed Elî Şakir di salvegera koçbarkirinê de li Qamişlo û Amûdê hate bibîranîn.

Îro bi bûneya salvegera 4an a koçbarkirina Mihemed Elî Şaki, malbata wî li gel hejmarek rewşenbîr û helbestvanên Kurd seredana gora wî li bajarê Amûdê kir û hejmarek stran û helbest li ser gora wî hatin gotin.
 
Her weha li bajarê Qamişlo çalakiyek ji aliyê Desteya Hevebeş ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ve bi vê bûneyê bi rê ve çû.

Di çalakiya li Qamişlo de hejmarek hunermend, helbestvan û kesayetiyên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn, û helbest û stanên Mihemed Elî Şakir hatin gotin. 

Mihemed Elî Şakir bi stranên (Ber dilê min pir şêrîn e, Dil ketim wan çavan û bi dehan stranên din) bi nav û deng e.

►Her weha bixwîne.. 4 sal bi ser koçberkirina Mihemed Elî Şakir re derbas didbin