El-Husriye: Di sala nû de guhertina pereyan dest pê dike

El-Husriye: Di sala nû de guhertina pereyan dest pê dike

Welat TV - Hewlêr

Hakimê Banka Navendî ya Sûriyê ragihand ku, mersûma taybet bi belavkirina pereyên nû derket û sala nû guhertin dê dest pê bike.

Hakimê Banka Navendî ya Sûriyê Ebdulqadir Hisriya îro ragihand ku mersûma taybet bi derxistin û belavkirina pereyên nû derket û ew ê ji yekê Çileya 2026an ve dest bi guhertina pereyên kevin bi yên nû bikin.

Ebdilqadir Hisriya got jî ku ew ê hurgiliyên rêkarên guhertina pereyan di kongireke rojnamevanî de eşkere bikin.

El-Husriya diyar jî kir ku rêkarên guhertinê dê asan û zelal bin bi awayekî ku cihê baweriya welatiyan be.

Li gorî Hakimê Banka Navendî ya Sûriyê, ”pereyên nû dê bibin destpêka qonaxeke nû ji avahî û aramiyê li Sûriyê”.