HSD: Mezlûm Ebdî serdana Şamê dike

HSD: Mezlûm Ebdî serdana Şamê dike

Welat TV - Hewlêr

HSD ragihand ku beriya sersalê fermandarê wê Mezlûm Ebdî dê serdana Şamê bike û wan doseya nenavendiyê bi hikûmeta Sûriyê ya veguhêz re gotûbêj kiriye.

Berpirsê ragihandina HSD di hevdîtinekê de li gel kenala El-Erebiyê, da zanîn ku beriya sersalê Mezlûm Ebdî dê serdana Şamê bike.

HSD da zanîn ku wan doseya sîstema nenavendî bi hikûmetê re gotûbêj kiriye û li ser giringiya tevlîbûna HSD di nava artêşê de û piraniya doseyan li hev kiriye.

Berpirsê ragihandina HSD got ku ew cudabûnê ji Sûriyê nxwazin lê ew dixwazin xelkê her deverekê xwe bi rê ve bibe.

Her weha, Berpirsê ragihandina HSD got ku leşkerên biyanî di nava hêzên wan de tune ne û wan hêzên Durzî rahênan nekirine.

►Her weha bixwîne.. Mezlûm Ebdî: Em gihîştine lihevtêgihiştinan derbarê tevlîkirina hêzên leşkerî