Hakimê Banka Navendî: Guhertin di buhayê Lîreya Sûrî de çênabe

Hakimê Banka Navendî: Guhertin di buhayê Lîreya Sûrî de çênabe

Welat TV - Hewlêr

Banka Navendî ya Sûriyê ragihand ku tu guhertin di buhayê diravan de li Sûriyê çênabe.

Hakimê Benka Navendî ya Sûriyê Ebdulqadir Husriye di daxuyaniyekê de diyar kir ku hemû agahiyên li ser torên civakî derbarê şêweyê nû yê Lîreya Sûrî belav bûne, dûr in ji rastiyê.

Husriye got jî ku derxistina dirava nû gaveke sembolîk ya mezin e, lê tu guhertin di buhayê lîreyê de bi guhertina şêweya wê çênabe û guhertin tenê di navan de ye.

Husriya da zanîn jî ku di piroseya guhertina diravan de ew ê nehêlin buhayê peran dakeve û ew ê şaxê Banka Navendî li Idlibê jî careke din vekin.

Li gorî Husriye, ”ew ê ji yekê Çileya 2026an ve dest bi guhertina pereyên kevin bi yên nû bikin”.