26 kuştî û birîndar.. Teqînek di nava mizgeftekê de li bajarê Himsê çêbû
Welat TV - Hewlêr
Teqînek îro Înê 26ê Berçileya 2025an di nava mizgeftekê de li taxa Wadî El-Zeheb ya Elewînişîn li bajarê Himsê li naverasta Sûriyê çêbû, û di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar jî hene.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ew teqîn bi "terorî" bi nav kir û got ku di dema nimêja Înê de li mizgefta Elî Bin Ebî Talib, çêbû.
*Hejmara qurbaniyan
Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de da zanîn ku di encama wê teqînê de, 8 kes hatine kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûne.
Ajansa "Sana" ya fermî jî ji jêdereke ewlehiyê veguhestiye ku, teqîn ji encama bombeyên teqîner bû ku di mizgeftê de hatibûn danîn.
Dîmenên destpêkî ji cihê teqînê diyar kir ku avahiya mizgeftê rastî ziyanan hatine, hevdemê belavbûna hêzên ewlehiyê li wir.