Wezareta Derve derbarê teqîna Himsê: Tekeziyê ser jinavbirina terorê dikin

Wezareta Derve derbarê teqîna Himsê: Tekeziyê ser jinavbirina terorê dikin
Wezareta Derve derbarê teqîna Himsê: Tekeziyê ser jinavbirina terorê dikin

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ya Sûriyê teqîna li mizgefta bajarê Himsê şermezar kir û ew bi "tawaneke terorî" bi nav kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku Sûriyê bi tundî tawana terorî ya teqandina yek ji mizgeftên Himsê ku di encamê de hejmarek sivîlan canên xwe ji dest dan û birîndar bûn, şermezar dike.

Got jî, ev tawana tirsonek binpêkirin e ji pirensîpên mirovî û rewştî re û dikeve di çarçoveya hewlên têkdana ewlehî û aramiyê û belavkirina tevlîheviyê di nava miletê Sûriyê de.

Wezareta Derve diyar kir ku "Sûriyê tekeziyê li ser helwesta xwe ya jinavbirina hemû şêweyên terorê dike".

Vê teqînê hejmarek karvedananên herêmî bi xwe re anîn ku her yek ji Turkiyê, Siûdiyê, Qeter Urdin, Filistîn û Libnanê ev teqîn şermezar kir û tekezî li ser piştgiriya Sûriyê di şerê dijî terorê de kiriye.

►Her weha bixwîne.. 26 kuştî û birîndar di teqîna bajarê Himsê de