Encûmena Islamî Elewî: Desthilatdariya Sûriyê berpirsê teqîna Himsê ye
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Islamî Elewî ya Bilind li Sûriyê û diyasprayê, teqîna mizgefta Elî Bin Ebî Talib li Himsê şermezar kir û got ku ew Hikûmeta Sûriyê weke berpirs dibîne.
Encûmena Elewî di daxuyaniyekê de got ku "ev teqîn berdewamiya karên terorî yên li dijî pêkhateya Elewî bi taybet e, û di dermafê pêkhateyên din ên Sûriyê de jî".
Got jî ku "şêweya vê êrîşê weke bûyerên terorî yên berê ye, di nav de êrîşa dijî serbazên Emerîkî li Tedmurê û teqîna kenîseya Mar Ilyas li Şamê".
Encûmena Islamî Elewî got ku ew "Desthilatdariya Sûriyê weke berpirsê sereke di ber van tawanan de dibîne, û ev yek ji encama siyasetên dûrxistin, handan û tekfîrî ne".
Her weha bang li Civaka Navdewletî û Rêxistinên Navdewletî û xwedî biryaran kiriye ku tevgerê bikin, û "Berava Sûriyê bikeve di bin parastina navdewletî de".
Di dawiyê de daxwaza sîstemeke li ser bingeha fedralî û nenavendiya siyasî kiriye ji bo pêkanîna xwestekên tevaya Sûriyan.
►Her weha bixwîne.. 26 kuştî û birîndar.. Teqînek di nava mizgeftekê de li bajarê Himsê çêbû