Tekezî li ser rûbirûbûna terorê.. Helwestên navdewletî derbarê teqîna Mizgefta Himsê

Tekezî li ser rûbirûbûna terorê.. Helwestên navdewletî derbarê teqîna Mizgefta Himsê
Tekezî li ser rûbirûbûna terorê.. Helwestên navdewletî derbarê teqîna Mizgefta Himsê

Welat TV - Hewlêr

Teqîna mizgefa Îmam Elî li taxa Wadî El-Zeheb ya Elewînişîn karvedanên herêmî û navdewletî li pey xwe anîn, û hemû aliyan ev teqîn şermezar kir û daxwaza sizadana encamderan kir.

Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres got ku êrîşkirina ser sivîlan û perestgehên olî bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê encamderên vê kiryarê werin destnîşankirin û sizadan.

Guterres sersaxî ji malbatên qurbaniyan û hêviya selametiyê ji birîndaran re xwest.

*Yekîtiya Ewropa

Serokê Şanda Yekîtiya Ewropa bo Sûriyê Michael Ohnmacht li ser pilatforma "X' got ku ew êrîşa li ser mizgefta li Himsê şermezar dikin û êrîşên dijî sivîl û perestgehan qebûl nakin.

Ohnmacht diyar kir jî ku Yekîtiya Ewropa hevxemê qurbanî û malbatên wan e û dê ji bo bihêzkirina aştiyê piştevaniya xelkê Sûriyê bikin.

*Helwesta Fransa

Wezareta Derve ya Fransa jî ev teqîn şermezar kir û got ku armanca vê êrîşê têkdana ewlekarî û aramiya Sûriyê ye.

Her weha tekez kir ku Fransa li gel hevalbendên xwe di Hevpeymaniya Navdewletî de dê di şerê dijî terorê de li Sûriyê û di piştevaniya proseya siyasî de, berdewam be.

Ji aliyê xwe ve, Encumena Hevkariya Kendavê, Îraq, Urdin, Libnan, Si'ûdiyê û Turkiyê û hejmareke welatên din yên herêmî û cîhanê teqîna li Himsê şermezar kir, û hemûyan hevxemiya xwe ragiahnd û tekezî li ser rêkarên rûbirûbûna terorê kir.

►Her weha bixwîne.. 26 kuştî û birîndar.. Teqînek di nava mizgeftekê de li bajarê Himsê çêbû