Penaberekî Qamişlo li Hewlêrê di bûyereke hatûçûnê de jiyana xwe ji dest da

Penaberekî Qamişlo li Hewlêrê di bûyereke hatûçûnê de jiyana xwe ji dest da

Welat TV – Hewlêr

Li bajarê Hewlrêra paytexta Herêma Kurdistanê, duh 27ê Adara 2024an, penaberekî kurd di bûyereke hatûçûnê de jiyana xwe ji dest da.

Nûçegîhanê me got: Penaberê kurd Mistefa Elî Temer duh bi şevê li Hewlêrê ji ber bûyereke hatûçûnê jiyana xwe ji dest da.

Da zanîn: Temir ji nişteciyê kampa Dareşekranê bû, 52 salî bû, bavê 5 zarokan e, û bi xwe ji şêniyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Nûçegîhanê me got: Îro li qoristana kampê bi xakê hat spartin.