Çaremîn Konfiransa Nûnertiya YNKS li Ewropa hate lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Çaremîn konfiransa Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa bi rê ve çû û Desteya Rêvebir a nû hat hilbijartin.
Îro, 27ê Berçileya 2025an, li bajarê Dosildorfê yê Elmaniya çalakiyên Çaremîn konfiransa Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa bi rê ve çûn.
Hejmarek ji nivîskar, şandên partî, komele û rêxistinên civakî amade bûn.
Endamê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa Dilbrîn Şingalî ji Welat TV re got, Konfiransa Nûnertiya Ewropa ya YNKS serkeftî bû tê de Desteya Rêvebir ya nû ji 10 kesan pêk tê, hat hilbijartin.
Şingalî da zanîn, Serokê Nûnertiyê hîn nehatiye diyarkirin, di civînekê de dê were destnîşankirin.
*Giringiya parastina zimên
Di çalakiyê de, Hejmarek gotar hatin pêşkêşkirin, û tekezî li ser girîngiya kar, xebat û hevkariyê di navbera rêxistinên nivîskaran de, û giringiya parastina zimanê Kurdî û girêdana vê yekê bi bihêzkirina hestê netewî ve, hate kirin.