Serokê Encûmena Isalmî ya Elewî ya Bilind banga xwepêşandanan dike

Serokê Encûmena Isalmî ya Elewî ya Bilind banga xwepêşandanan dike

Welat TV - Hewlêr

Piştî teqîna mizgefta Îmam Elî Bin Ebî Talib li taxa Wadî El-Zeheb a Elewînîşîn li Himsê, Encûmena Islamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporayê banga derketina xwepêşandanan li pêkhateya Elewî kir.

Serokê Encûmena Isalmî ya Elewî ya Bilind Xezal Xezal di daxuyaniyekê de bang xwepêşandanan li Elewî û pêkhateyên din ên Sûriyê kir û diyar kir ku, nabe pêkhateya Elewî were paşguhkirin.

Xezal got, sibe ji demjmêr 12 nîvro heta 5ê berêvarê dê xwepêşndanên aştiyane bi rê ve biçin. 

Serokê Encûmena Isalmî ya Elewî ya Bilind Xezal Xezal tekezî li ser destêwerdana navdewletî ji bo parastina Elewiyan kir, û daxwaza mafê çarenivîsê û pêkanîna fedraliya siyasî kir.

►Her weha bixwîne: 

Wezareta Derve derbarê teqîna Himsê: Tekeziyê ser jinavbirina terorê dikin

Encûmena Islamî Elewî: Desthilatdariya Sûriyê berpirsê teqîna Himsê ye