"Fedralî û berdana girtiyan".. Li deverên Berava Sûriyê xwepêşandan derketin

"Fedralî û berdana girtiyan".. Li deverên Berava Sûriyê xwepêşandan derketin

Welat TV - Hewlêr

Li deverên Berava Sûriyê xwepêşandanan dest pê kir û bangên fedraliyê hatin bilindkirin.

Îro li hejmarek deverên Berava Sûriyê li Laziqiyê, Tertûs û gundewarê Hemayê û bajarê Himsê xwepêşandan derketin.

Xwepêşanderan banga fedralî û serbestberdana girtiyan û spîkirina zîndanan kir.

Hêzên Ewlekariya Giştî jî li cihên xwepêşandanan belav bûn û li gorî dîmenên hatî belavkirin, girjî derketin.

Ev xwepêşandan di bin navnîşana "Tofana Rûmetê" de bi rê ve diçin, ku Piştî teqîna mizgefta Îmam Elî li taxa Wadî El-Zeheb ya Elewînîşîn li Himsê, serokê Encûmena Isalmî ya Elewî ya Bilind Xezal Xezal di daxuyaniyekê de, banga xwepêşandana kir.

Xezal careke din tekezî li ser destêwedana navdewletî ji bo parastina Elewiyan kir, û daxwaza mafê çarenivîsê û pêkanîna fedraliya siyasî kir.

►Her weha bixwîne.. Serokê Encûmena Isalmî ya Elewî ya Bilind banga xwepêşandanan dike