Malbatek banga diyarkirina çarenivîsa kurê xwe dike: "ji 7 salan ve wenda ye"
Welat TV - Hewlêr
Ciwanekî Kurd ê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji sala 2018an ve wenda ye, malbata wî banga diyarkirina çarenivîsa wî dike.
Arif Izet Osman, birayê ciwanê wendayî yê bi navê Mihemed e ji Welat TV re got ji sala 2018an ve, Mihemed wenda ye, û ta niha agahî û zanyarî li ser tune ne.
Malbata wî di rêya Welat TV re bang li rêxistinên mafê mirovan û aliyên berpirs kir û banga diyarkirina çarenivîsa wî kir.
Malbata got her kesek zanyariyan li ser zanibe, wan agahdar bikin û xwest peywendiyê bi vê hejmarê re bikin: 00436766813862
Mihemed Osman ji şêniyên gundê Ereba yê navçeya Mabeta ye, jidayîkbûyê 1983yan e û weke terzî kar dikir.