Hikûmeta Veguhêz tank û zirîpoş şandin navenda bajarê Laziqiyê

Hikûmeta Veguhêz tank û zirîpoş şandin navenda bajarê Laziqiyê

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hêzên zêde bi tank û zirîpoş şandin navenda bajarê Laziqiyê.

Piştî lidarxistina xwepêşandanan li Laziqiyê, ku tê de bi hezaran kes ji pêkhateya Elewî beşdar bûn, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê tank û zirîpoş şandin filkeya Ezherî cihê kombûna xwepêşanderan.

Wezareta Berevaniyê da zanîn ku piştî armanckirina xelkê û hêzên ewlehiyê ji aliyê grûpên derveyî yasayê ve wê hêzên zêde şandin Laziqiyê û Tertûsê.

Hevdemê gihiştina tank û zirîpoşan, xwepêşanderan ciwanekî birîndar vediguhêzin navendeke tendirustî.

Derbarê amarên qurbaniyan, Ajansa Sana ragihand ku di êrîşên paşmayên Rêjîma Esed a Hilweşiyayî de, 3 kes ji sivîl û hêzên ewlehiyê li Laziqiyê hatine kuştin û 60 birîndar bûne.

►Her weha bixwîne.. Li deverên Berava Sûriyê xwepêşandan derketin