2 gemiyên barkirî bi xaza malan gihiştin Parzûngeha Baniyasê

2 gemiyên barkirî bi xaza malan gihiştin Parzûngeha Baniyasê

Welat TV - Hewlêr

2 gemiyên barkirî bi xaza malan gihiştin Parzûngeha Baniyas li Tertûsê.

Kompaniya Sûriyê ya Petrolê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 gemiyên barkirî bi xaza malan gihiştin Parzûngeha Baniyasê.

Kompaniyê diyar kir ku ew herdu gemî barkirî bûn bi 9075.8 ton mitrên sêcar ji xaza malan.

Daxuyaniyê da zanîn ku gemiyek li parzûngehê hatiye valakirin û ya din jî dema ku keşûhewa guncaw be dê bê valakirin.

Li gorî kompaniyê, ev yek dikeve di çarçoveya peydakirina pêdviya welatiyan ji xaza malan de ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyan.

►Her weha bixwîne.. Wezareta Enerjiyê: Berhema Sûriyê ya rojane ji petrolê derdora 120 hezar bermîl e