Rêxistinek: Israîlê 71 operasyonên bejayî li Başûrê Sûriyê encam dane

Rêxistinek: Israîlê 71 operasyonên bejayî li Başûrê Sûriyê encam dane

Welat TV - Hewlêr 

Rêxistineke mafnasî, bi dehan operasyonên artêşa Israîlê li deverên Başûrê Sûriyê belge kirine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de got, di vê meha Berçileyê de artêşa Israîlê 71 operasyonên derbasbûna bejayî li gundewarên Quneytira û Derayê li Başûrê Sûriyê encam dane, li gel gerên esmanî yên balafirên şer û dronan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got jî, di wan operasyonan de rêbend hatine danîn û helmetên girtinê jî hebûn.

Artêşa Israîlê di navbera dem û demekê de derbasî deverên Başûrê Sûriyê dibe û operasyonan encam dide.

*Em nahêlin teror li ser sînorê me be

Di destpêka vê mehê de jî Fermandarê devera Bakur di artêşa Israîlê de gotibû ew nahêlin teror li ser sînorê wê bi Sûriyê re cih bigire û ew ê di operasyonên pêşwext de berdewam bin.