Wezareta Navxwe: Xwepêşandanên Berava Sûriyê li ser bangên cudaxwaziyê bûn
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku xwepêşandanên Berava Sûriyê li ser bangên cudaxwaziyê hatin encamdan.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyê Nûredîn El-Baba ragihand, ku xwepêşandanên deverên Berava Sûriyê, li ser bangên cudaxwaziyê hatin encamdan û ev yek ziyanê dighîne aştiya navxwe.
El-Baba got jî, hêzên ewlehiyê bi pîşeyî serederî bi xwepêşanderan re kir, lê ew rastî êrîşên çekdarî ji aliyê paşmayên rêjîma Esed a hilweşandî hatin.
Nûredîn El-Baba diyar kir, bikaranîna çekan ji aliyê wan ve bi tenê li dijî çekdarên paşmayên rêjîma Esed bû ku wan jî çek li dijî endamên ewlehiyê bi kar anîbûn.
3 kuştî û 60 birîndar
Li gorî amarên rêveberiya tendirustiya Laziqiyê di xwepêşandanên duh de, 3 kes hatin kuştin û 60 kesên din jî birîndar bibûn.