Fransa bûyerên li Berava Sûriyê şermezar dike

Fransa bûyerên li Berava Sûriyê şermezar dike

Welat TV - Hewlêr

Fransa ragihand ku rewşa li Berava Sûriyê û dawîn pêşhateyan ji nêzîk ve dişopîne, û tekezî li ser veguhestineke siyasî ya aram li Sûriyê kir.

Karbirêkerê Balyozxaneya Fransî li Şamê, Jean Baptiste Faivre di belavokekê de li ser rûpela xwe ye "X" diyar kir, Fransa rewşa metirsîdar a li Berava Sûriyê û taybet li Lazqiyê ji nêzîk ve dişopîne û ew ji ber ketina qurbaniyan ji sivîl û hêzên ewlekariyê xemgîn in.

Balyozxaneya Fransî li Şamê got jî, em hemû kiryaran ên tundûtûjiyê şermezar dikin û divê bal li ser van bûyeran were kişandin.

Jean Baptiste Faivre tekez kir, ew pabend in bi veguhestineke siyasî li Sûriyê ku derfetê bide hemû Sûriyan bi aştî û aramî di Sûriyaya yekgirtî û seqamgêr de bijîn.