"Zêrevanên Niştîmanî": Me droneke hikûmetê li Siwêdayê xiste xwarê
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Durzî li Siwêdyê dibêjin, wan droneke hêzên hikûmeta veguhêz li gundewarê Siwêdayê xistiye xwarê.
"Zêrevaniya Niştîmanî" li Siwêdayê di daxuyaniyekê de da zanîn, hêzên wê droneke hêzên Hikûmetê li bajarokê Mejdel xiste xwarê.
"Zêrevaniya Niştîmanî" diyar kir, dron ji aliyê hêzên ku i bajarokê Rîmit Hazim dimînin hatiye avêtin, û beriya ku bigihe armanca xwe wan ew xist.
Bi awayekî berdewam, şerûpevçûn û topbaran ldi navbera "Zêrevaniya Niştîmanî" û hêzên Hikûmetê de li gundewarê Siwêdayê derdikevin, û agirbest tê binpêkirin.