Li deverên cuda ên Sûriyê 11 kesan jiyana xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr

Di encama bûyerên hatinûçûnê de li deverên cuda ên Sûriyê, 11 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand, ku 4 xwendevanên zanîngehê di bûyereke hatinûçûnê de li ser rêya di navbera Şam û Himsê de jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Dêra Zorê û Şamê de jî 5 kesan di bûyereke hatinûçûnê jiyana xwe ji dest da.

Berevaniya Sivîl a Sûrî 2 kesên din jî li ser rêya Şam û Derayê jiyana xwe ji dest da, û birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.