Sibe berf li Rojavayê Kurdistanê dibare
Welat TV - Hewlêr
Saziyên keşnasiyê pêşbîniya hatina berfeke zêde sibe li hin deverên Rojavayê Kurdistanê dikin.
Li Efrîn, Serê Kaniyê, Qamişlo û Dêrik berf bibare û eger heye li Kobanî, Hesekê û Girê Spî bibare.
Saziyên keşnasiyê li gel hişyarên ji egera çêbûna bûyerên çûnûhatinê, dide zanîn ku serma dijwar dibe, ji ber vê yekê ji hemû welatiyan daxwaza agadariyê dike.
*Cotkar geşbîn in
Bi hatina baran û berfê, cotkar dilxweş û geşbîn in, ku piştî hişksaliya par, vê salê çandinî baş bibe, û bandoreke rasterast li abûriya deverê û keşûbayê bike.
Duh, ji Kobanî ta deverên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, berfeke zêde bariya, ku ji beriya çend salan ve berfeke weha zêde nehatibû.