Siwîsra.. Di teqînekê de 40 kesî canên xwe ji dest dan û 100 birîndar bûn

Siwîsra.. Di teqînekê de 40 kesî canên xwe ji dest dan û 100 birîndar bûn
Siwîsra.. Di teqînekê de 40 kesî canên xwe ji dest dan û 100 birîndar bûn

Welat TV - Hewlêr

Di ahengên sersalê de li Siwîsra teqînek çêbû û bi dehan kes bûne qurbanî.

Şeva bûrî û di ahengên sersalê de li devera Crans-Montana li rojavayê Siwîsra teqînek çêbû.

Li gorî Polîsa Siwîsra, di encama vê bûyerê de 40 kesî canên xwe ji dest dane û 100 kesên din birîndar bûne û birînên piraniya wan girianin.

Polîsê diyar kir ku ew pêşbîn dikin ku ev teqîn û şewat bi sedema lîstokên agirîn çêbûye, û ne karekî terorî ye.