Serbazên Israîlê yên oldar derbasî Başûrê Sûriyê bûn
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Lîwaya El-Heşmonaîm ku ji serbazên cihû yên oldar pêk tê derbasî Başûrê Sûriyê bûn.
Îro artêşa Israîlê ragihand ku di oprasyonekê de hêzên Israîlê (Lîwaya El-Heşmonaîm) pişknînên wird li Başûrê Sûriyê encam dan.
Artêşa Israîlê diyar kir ku “hêzên wê zanyariyên istixbaratî kom kirin bi armanca nehiştina gefan û gerentîkirina ewlehiya sivîlan”.
Her weha artêşê da zanîn ku Lîwaya El-Heşmonaîm dê oprasyonên xwe li hemû qadan berdewam bike.
►Her weha bixwîne.. Rêxistinek: Israîlê 71 operasyonên bejayî li Başûrê Sûriyê encam dane