Xelkê Siwêdayê bi wêneyên qurbaniyan pêşwaziya sala nû kir

Xelkê Siwêdayê bi wêneyên qurbaniyan pêşwaziya sala nû kir

Welat TV - Hewlêr

Kesûkarên qurbaniyên şerê Siwêdayê ne bi wêneyên qurbaniyan pêşwaziyê li sala nû kir.

Li Siwêdayê bi dehan kes ji malbatên qurbaniyên şerê Tîrmehê li navenda bajêr kom bûn û rawestiyaneke bê deng li dar xist.

Di wê rawestiyanê de, wêneyên qurbaniyan hatin hildan û mûm hatin vêxistin, yek ji beşdarbûyan dibêje ku ew qurbanî bêsûc hatin kuştin:

”Îro xwîn û êşê têne bîra min, xwîna şehîdên ku berevanî di ber xak û rûmetê de kirî tê bîra min, tê bîra me ku çawa êlan êrîşî pêkhateya Durzî kir, û kesên bêsûc û sivîl kuştin”.

Beşdarbûyekî din jî dibêje ku pîlaneke metirsîdar li dijî wan heye û banga wî ew e ku gelê Sûriyê şiyar be:

”Ez dixwazim nameyekê arasteyê gelê Sûriyê bikim ku şiyar be, pîlanek li dijî me heye, pîlaneke terorî ya metirsîdar, ji ber wê yekê ez bang dikim ku gelê Sûriyê şiyartir be”.

13ê Tîrmeha 2025an hêzên hikûmeta veguhêz û êlên Erebî êrîşî Siwêdayê kir, di wan êrîşan de derdora 2000 hezar kes hatin kuştin, piştre agirbest di navbera hêzên êrîşker û gerûpên çekdar ên Siwêdayê de hate ragihandin, lê hîn her dem û demekê ew girjî derdora parêzgehê derdikevin.

►Her weha bixwîne.. Xwekujekî li Helebê xwe teqand