Barîna Berfê azarên derbiderên Bakurê Rojavayê Sûriyê zêde kirine

Welat TV - Hewlêr

Şepêla berfê azarên derbnideran li Bakurê Rojavayê Sûriyê zêde kirine û rewşa wan dijwartir kiriye.

Derbiderên kampa Kerim Zeytûn li Helebê dibêjin ku pêdivyên germikirinê û sotemenî tune ne û hin jin xelkê bi şewitandina kerton û pilastîkan xwe û zarokên xwe gerim dikin:

”Sobe tune ne, hin xelik hene tiştek li cem wan tune ye, xelkin hene pilastîkan dişewitînin, hin jî kertonan dişewitînin”.

Derbiderên Kampa Kerim Zeytûn diyar dikin ku tu alîkarî ji wan re nayên û heger tên jî gelekî kêm in, û rêjeya 90% ji wan ji alîkariyan bê par in:

”Şepêla berfê bi ser me de hat, spas bo xwedê, ev ji xêra xwedê ye, lê rewşa me zehmet e, zivistan e , welatê me bi yekcarî wêran e, malên me li erdê ne, alîkariyên xwerinê jî tune ne an jî bi rêjeyeke gelekî kêm tên, 90% ji xelkê tiştek nagihe wan”.

Piştî derbasbûna zêdetirç salekê di ser hilweşandina rêjîma Esed re hîn derdora 2 milyon derbider li bêhtir ji 1500 kamp, xal û deverên cuda li Bakurê Rojavayê Sûriyê di rewşeke xirab de dijîn û bi barîna berf û barnê rewşa wan xirabtir bûye.