Siyasetmedar tekeziyê li ser nenavendiyê dikin

Welat TV - Hewlêr

Li gel hatina saleke nû, nerînên cuda di nava hemû aliyên Sûrî de çêbûne, lê aliyên Kurdî li ser nenavendiyê li hev in.

Welat TV nerînên aliyên Kurdî jî bo sala nû, derbrê pêşeroja deverê û pêşhatiyên ku çêdibin, şopand û veguhest.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Ismaîl bi bûneya sersalê pîrozabahî arasteyî gelê Kurd, miletê Sûriyê û cîhanê kir, û di rêya Welat TV re hêvî xwest ku sala nû sala pêkanîna hêviyan be û doza Kurdî çareser bibe.

Mihemed Ismaîl ji Welat TV re da zanîn ku wan nûnertiya gelê xwe kiriye û ENKS nûnerekî baş e ji gelê Kurd re li Sûriyê û da zanîn ku şanda Kurdî amade ye ji bo berevaniyê di ber mafê Kurdan de.

Sekreterê Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê Ni’met Dawûd, Gabriyal Mûsê Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Mejdel Delî End. Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Yekîrî Kurdistanî - Sûriya PYK-S ji Welat TV re tekez kir ku divê di sala nû de doseyên navxwe li Sûriyê werin çareserkirin û maf werin gerentîkirin.

Siyasetmedaran got jî, di dema niha de civak ji hev ketiye û gotara kînê belav bûye her weha doseyên navxwe paşguhkirî ne, lewma divê kar li ser jinavkirina wan gotaran were kirin.

Siyasetmedar û aliyên Kurdî bi zelalî banga avakirina Sûriyeyeke nû ya nenavendî û demokratîk bo hemû pêkhateyan xwe kir û got ku divê di sala nû de, mafê hemû pêkhate û kesan li Sûriyê parastî be.

*Pêşbîniyên sala nû

Di sala nû de, pêşbîniya guhertinên beçav li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tê kirin, her weha metrisî ji nebûna çareseriyên rasteqîn ji pirsgirêkên siyasî û civakî li Sûriyê, dibe cihê metirsiyekê li cem beşekî mezin ji civaka Sûrî, û hêvî bi peydabûna aramî û çareseriyên domdar hene.