Tariq Mitrî: Tevgera alîgirên Esed li Libnanê cihê dilgiraniyê ye
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê Serokwezîrên Libnanê ragihand ku tevgera alîgirên Rêjîma Sûriyê ya hilweşiyayî li Libnanê cihê dilgiraniyê ye û divê gav di vê derbarê de werin standin.
Tariq Mitrî îro li ser tora ”X” da zanîn ku nûçeyên derbarê tevgera alîgirên rêjîma Sûriyê ya berê li Libnanê cihê dilagiraniyê ne û divê dezgehên ewlehî lêkolînan di vê derbarê de bikin û rêkarên guncaw bistînin.
Mitrî diyar kir ku divê ew rê bigrin li pêş her karekî ku gefê li yekîtî û aramiya Sûriyê dixwe ji Libnanê.
Tarik Mitrî got jî ku divê hevkariyeke zêde di navbera wan û desthilata Sûriyê de hebe li ser bingeha bawerî û rêzgirtinê li serweriya herdu welatan û berjewendiya hevbeş.
ما يجري تداوله في الاعلام وبين الناس عن تحركات انصار النظام السوري السابق في لبنان يدعو الى القلق. لا بد للاجهزة الامنية اللبنانية ان تتحقق من صحته وتتخذ التدابير المناسبة.فهذا واجبها. ويترتب عليها، وعلينا جميعا،ان ندرء مخاطر القيام باي اعمال تسيء الى وحدة سوريا او تهدد امنها…
— Tarek Mitri (@TarekMitri) January 2, 2026