Trump: Eger Îran xwepêşanderan bikuje em ê destwerdanê bike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka da zanîn ku eger hikûmeta Îranê bi çekan rûbirûbûyî xwepêşanderan bibe ew ê destwerdanê bikin.
Serokê Emerîka Donald Trump di belavokekê de li ser pilatforma Truth got ku eger Îran xwepêşandanên aştiyane gulebaran bike û xwepêşanderan bikuje, ew ê destwerdanê bike.
Li gorî Donald Trump, Emerîka amade ye ku destwerdanê bike ji bo alîkarî û rizgarkirina xwepêşanderan.
Ev 2 roj in, xwepêşandanên mezin li hejmarek dever û bajarên Îranê bi rê ve diçin, û xwepêşander daxwaza guhertinên siyasî dikin.