Toreke xwecihî li Der’ayê kuştina 399 kesî li parêzgehê sala 2025 belge kiriye

Toreke xwecihî li Der’ayê kuştina 399 kesî li parêzgehê sala 2025 belge kiriye

Welat TV - Hewlêr

Toreke xwecihî ya Der’ayê got, di sala 2025an de, nêzîkî 400 kesî li parêzgehê di bûyerên cuda de hatine kuştin, û bi dehan zarok di nav vê hejamrê de hene.

Tora Kombûna Ehrar Horan a xwecihî li Der’ayê di raporteke xwe de diyar kir, sala 2025an, 399 kes di nav de 32 zarok û 17 jin, di bûyerên cuda de mîna terorkirin, şerûpevçûn, bombebaran û teqîna paşmayên şer de, li parêzgeha Der’a hatine kuştin.

Li gor raporta Torê, 71 kes ji wê hejamrê endamên ewlekariya navxwe û wezareta Berevaniyê bûn û di şerûpevçûn û operasyonên ewlekariyê de hatine kuştin, her weha 71 kesên din jî di encama operasyonên trerorkirinê de, hatine kuştin.

Raportê her weha amaje bi tawanên revandinê jî kir û got, sala 2025an 24 rewşên revandinê li Der’a çêbûne, û got tevî van hemû amaran, rewşa ewlehî li parêzgehê di dema dawiyê de berev başbûnê diçe.