Trump: Me êrîşeke berfireh li Venezuelayê encam da û serokê wê girt

Trump: Me êrîşeke berfireh li Venezuelayê encam da û serokê wê girt

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka ragihand ku wan êrîşeke berfireh li Venezuelayê encam da û serokê wî welatî Nicolas Maduro û hevjîna wî hatine girtin.

Trump di daxuyaniyekê de got, wî operasyona girtina Maduro li ser ekranê şopand, û di operasyonê de tu serbazên Emerîkî nehatine kuştin, bi tenê hin birîndar hene.

Trump got jî, serokê Venezuelayê dê bo New Yorkê were veguhestin, û rastî tometên encamdana tawanan were.

Beriya girtinê, Serokê Venezuelayê rewşa awarte li welatê xwe ragihandibû û gotibû Emerîka dixwaze destê xwe deyne ser samanên welatê me.