Şerûpevçûn li gundewarê Siwêdayê derketin û birînar hene

Şerûpevçûn li gundewarê Siwêdayê derketin û birînar hene
Şerûpevçûn li gundewarê Siwêdayê derketin û birînar hene

Welat TV - Hewlêr

Şerûpevçûn li gundewarê Siwêdayê di navbera Hêzên Hikûmetê û yên durzî de derketin û birêndar hene.

Jêderan ji Siwêdayê daye zanîn ku îro li gundewarê Rojavayê Siwêda, şerûpevçûn di navbera Hêzên Hikûmetê û yên Zêrevanên Niştîmanî de derketin.

Li gorî jêderan, hêzên Hikûmetê yên li devera Mensûra derdora bajarê Siwêda bi 3 Hawinan topbaran kir,û di encamê de jî 3 kes birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve jî medyaya nêzîkî Hikûmetê da zanîn, ku di encama şerûpevçûnan de li bajarokê Mezire'a hejmarek endamên hêzên Ewlehiyê birîndar bûn.

Bi awayekî berdewam, şerûpevçûn û topbaran di navbera Zêrevanên Niştîmanî û hêzên Hikûmetê de li gundewarê Siwêdayê derdikevin, û agirbest tê binpêkirin.