Brîtaniya û Fransa êrîşeke hevbeş li dijî DAIŞê li Sûriyê encam da
Welat TV - Hewlêr
Berbanga îro Yekşemê, Brîtaniya û Fransa encamdana êrîşeke hevbeş li dijî rêxistina DAIŞa terorîst li naverasta Sûriyê ragihand û diyar kir ku ew êrîş serkeftî bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Brîtaniya di daxuyaniyekê de got, derengiya şeva Şemiyê, Balafirên şer ên Brîtanya û Fransa êrîşek li dijî rêxistina DAIŞa terorîst li Sûriyê encam da.
Li gorî daxuyaniyê, embareke çek û teqemeniyan a Rêxistina DAIŞê ku di bin erdê de bû li bakurê bajarê Tedmûrê hate bombebarankirin û di dema niha nirxandinek tê, kirin lê li gorî nîşanên destpêkî êrîş serkeftî bû û nîşan nînin ku vê êrîşê matirsiyeke li ser jiyana sivîlan dirust bike.
Wezaretê got jî, ev êrîş tekeziyê li ser wê yekê dike ku Brîtaniya pabend e bi rawestiyanê li gel hevpeymanan ji bo jinavbirina rêxistina DAIŞê û îdîyolociya wê ya metirsîdar li Rojhilata Navîn.
Piştî hilweşandina Rêjîma Esed, êrîşên DAIŞa terorîst li Sûriyê zêde bûn, û bi dehan êrîş li gundewarên Hims, Dêra Zorê, Helebê û Tedmurê encam dane.
*Operasyonên sala 2025an
Hevpeymaniya Navdewletî bi dehên operasyonan li dijî DAIŞê encam dane ku di dawiya sala bûrî de, fermandariya Navendî ya Emerîkî Centcom daxuyaniyek belav kir û tê de diyar ku Emerîka li gel hêzên welatên hevpar, di sala 2025an de gelek operasyon encam dan, tê de bêtirî 300 terorîstî hatine girtin, her weha bêtirî 20 terorîst hatine kuştin.