Wezîrê Ewqafê ji Welat TV re behsa mûşekbarankirina Şamê dike
Welat TV - Hewlêr
Duh 3 mûşek, li derdora taxa Mezê, û balafirxaneya Mezê ya leşkerî li Şama paytexta Sûriyê ketin, û ziyanên madî li hejmarek avahiyan hatin tomarkirin.
Welat TV rewş ji nêzîk ve şopand, û ziyanên ku li mizgefta Muhemedî li taxa Mezê 86 çêbûne şopand.
"Dirustkirina tevlîheviyê ye"
Wezîrê Ewqafan Mihemed Ebulxêr Şukrî ji Welat TV re got, armanc ji vê êrîşê dirustkirina tevlîheviyê li nava civakê ye.
Şukrî da zanîn, bûyer piştî nimêja eşayê çêbû, dema ku xelk ji mizgeftê derketibûn, û vê yekê hişt ku kuştî û birîndar tune bin, û niha tîmên ewlekariyê lêkolînan ji hemû laiyan ve dikin.
*Êrîşa bûrî
Di 14 Mijdarê sala bûrî, taxa Mezê 86 bi rêya 2 mûşekên katiyoşa hate mûşekbarankirin, û hejamrek sivîl di encamê de birîndar bûbûn her weha ziyanên madî hatibûn tomarkirn. Ta niha aliyê berpirs li ser wan êrîşan nehatiye diyarkirin.