Berpirsê doseya girtiyan li Siwêda: Hikûmet proseya pevguhertinê asteng dike
Welat TV - Hewlêr
Berpirsê doseyê girtiyan li Siwêdayê dibêje ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, proseya pevguhertina girtiyan "asteng dike".
Tariq El-Mixeweş berpirsê doseya girtiyan di daxuyaniyekê de ji malpereke xwecihî ya Siwêdayê re got ku 61 girtiyên Siwêdayê di zîndana Edrayê de ne û Hikûmeta Sûriyê danpêdanê bi hebûna wan dike, û nêzîkî 200 kesên ku çarenivîsa wan ne diyar e hene.
El-Mixeweş got ku pêşniyara proseyeke pevguhertinê ya beşkî hebû, ku hin windakiriyên neçarî li zîndana Edra beramberî hejmarek endamên hêzên ewlehiyê ku li cem xelkê Siwêdayê girtî ne were encamdan, lê Hikûmeta Sûriyê ev yek red kir û daxwaza proseyeke temam kir.
Li gorî berpirsê doseya girtiyan li Siwêdayê, "di çarçoveya nebûna zelalî û hebûna bi sedên kesên ku çarenivîsa wan ne diyar e, ev dose hîn gelek aloz e".
Di Tîrmeh û Tebaxa bûrî de proseyeyên pevguhertina girtiyan bi serperiştiya Netewên Yekbûyî di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û yên Durzî de bi rê ve çûbûn, û tê de hejmarek girtî ji herdu aliyan hatin serbestberdan.