Efrîn.. Agir bi mal ket û jineke bitemen mir

Efrîn.. Agir bi mal ket û jineke bitemen mir

Welat TV - Hewlêr

Îro 4ê Çileya 2026an, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, sobeyeke êzingan şewitî, û agir bi mal ket, di encamê de jineke bitemen jiyana xwe ji dest da.

Malbatê ji Welat Tv re got, Mewlîde Henan Şêxo, ji ber şewata sobeya êznigan jiyana xwe ji dest da.

Jina navbûrî bi serdan hatibû mala keça xwe, dema ku agir vêketiye bi tena xwe li mal bû, keç û zavayê wê ji kar venegeriyabûn mal, û ji ber ku xwedan pêdiviyên taybet e nikarîbû xwe rizgar bike.

Mewlîde Henan Şêxo 70 salî bû, û ji şêniyên gundê Rûta yê navçeya Mabeta ye.