Fêsel Yûsif: Em li ser nenavendiyê rijd in

Welat TV - Hewlêr

Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û endamê şanda Kurdî, Fêsel Yûsif da zanîn ku gotûbêjkirina doza Kurdî li Şamê erkê Şandê Kurdî ye, ne yê HSD ye, û gotûbêjkirina niha ya HSD û Şamê li ser mijarên leşkerî ne.

Fêsel Yûsif bû mêvanê bernameya Rojeva Welat, tê de behsa gelek mijaran kir.

Naveroka hevdîtinê li gorî pirsên Welat TV û bersivan weha ye:

*Em ê ji civînên şanda HSD li gel hikûmeta Şamê dest pê bikin, naveroka civînên wan çi ne û li ser çi li hev kirine?

** Li gorî agahiyên ber destê me, lihevkirin ji beriya serê salê ve çêbûye, û li ser damezrandina 3 firqeyan û 2 lîweyan li hev kirine, lê niha behsa 3 lêweyan tê kirin, di rojên bê de her tiştek diyar dibe.

*Tenê mijarên leşkerî li Şamê tên gotûbêjkirin?

**Belê, tenê yên leşkerî ne, me jî ew yek tekez kiriye, û fermandarê HSD Mezlûm Ebdî ji Ehmed El-Şeri´ re gotiye ku gotûbêjkirina doza Kurdî li Şamê erkê Şandê Kurdî ye, ne yê HSD ye, lê me ta niha bersiv ji hikûmetê werenegirtiye ji bo çûna Şamê.

*Civînên we hûn weke endamên şandê berdewam in?

**Belê, civînên me berdewam dikin, em her car van mijar û bûyerên dawiyê gotûbêj dikin û nerînan bi hev diguherin.

*Rexne li şanda Kurdî têne kirin ku rast e Şamê deriyê xwe li pêş we venekiriye, lê divê hûn jî ji Qamişlo derkevin û dest bi gerên dîplomasî bikin?

**Rast e, ew rexne di cî de ye, lê karê me yê pêşîn danûstandin li gel Şamê ji bo doza Kurdî û bidestxistina mafê Kurdan e, tevî wê yekê peywendiyên me bi cenabê serok Barzanê re û aliyên Emerîkî û Fransaî berdewam in.

*Bawerî di navbera we û PYD de çêbûye?

Em di konfiransa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî de bûn xwedî yek nerînê, û divê bawerî hebe, îro pêwîstiya me bi lêvegerekê heye, û em bibin hevpar di rêveberina deverên me yên Kurdî Cizîr, Kobanî û Efrînê, û xizmeta gelê xwe bikin.

*Hûn li ser nenavendiyê rijd in?

**Bê sîstema nenavendiyê, Sûriyê vedigere serdema rêjîma dîktator û ber bi tarîbûnê ve diçe, em dibînin nenavendî çareserî ye, û ev ne tenê daxwaza me ye, her aliyekî nenavediyê dixawze, û em dibînin ku parastina mafan di nenavendiyê de ye.

*Peywendiyên we bi Şamê re baş in?

**Pewyendiyên me bi Şamê re hene û baş in, ji be ku rêjîmeke stemkar çû û rûxiya, îro deshilatdariyeke nû hatiye, divê em bibin hevpar di avakirina Sûriyaya nû de, ji ber ku beriya ku sînor werin danîn em hebûn û em hene û em li ser axa xwe dijîn.

*Em behsa kongira we ya bê bikin, kengî li dar dikeve?

**Me gelek gav tê de avêtine, û amadekarî ji bo lidarixsitna kongir berdewam dikin, tu nakokî nemane, di vê kongirê de projeya me berfirehtir e, me deriyê xwe ji her kesekî û partiyekê re vekiriye.

*Partiyên nû tevlî we dibin?

**Pêşverû tevlî me bû, û ji bo partiyên din hin mercên rêxistinî hene ji bo tevlîbûnê lê dîsa jî em tekez dikin rêya me li pêş hemûyan vekirî ye.

*Gotina te ya dawiyê

**Em spasiya we dikin, Welat TV karekî pîroz dike, bi hêvî ne hûn li ser wê nameyê berdewam bin, ku dengê gelê Kurd bin û di rewşeke pêşketîtir de em we bibînin.