Sana: Gera nû ya danûstandinên Sûriyê û Israîlê bi navbênkariya Emerîka ye

Sana: Gera nû ya danûstandinên Sûriyê û Israîlê bi navbênkariya Emerîka ye

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz ragihand ku El-Şeybanî serokatiya şanda Sûriyê bo danûstandinan li gel Israîlê dike. 

Ajansa Sana ya fermî îro ji jêdereke Hikûmî veguhest ku şanda Sûriyê ya danûstandinan li gele Israîlê bi serokatiya wezîrê Derve Es’ed El-Şeybanî û serokê Istixbaratan Hisên Selamê ye.

Li gorî ajansê, ev gera danûstandinan li gel aliyê Israîlê bi hemahingî û navbênkariya Emerîka ye.

Jêderê diyar kir ku ”dubare destpêkirina van danûstandinan tekezî ye li ser pabendiya Sûriyê bi vegerandina mafên niştîmanî yên ku ne cihê danûstandinê ne”.

Her weha jêderê got ku mijara sereke ya danûstandinan dubare ektîvkirina rêkeftina sala 1974an e, di çarçoveya rêkeftineke ewlehiyê ya yeksan de ku serweriya Sûriyê biparêze û ne destwerdanê di karûbarên Sûriyê de gerentî bike.

►Her weha bixwîne.. Danûstandinên Sûriyê û Israîlê careke din dest pê dikin