Welatiyên bajarê Qamişlo reşbîn in ji guhertina diravên Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Serederiya bi diravên nû yên Sûriyê li bajarên Kurdistanê yên di bin kontirola HSDê de hîn dest pê nekiriye.
Welat TV nerînên xelkê Qamişlo di vê derbarê de şopand, welatî reşbînin derbarê guhertina diravan û dibêjin ku ew tevgera abûrî baş nake.
Welatiyê bi navê Yalmaz Hisên dibêje ku biryara guhertina diravên nû bi yên kevin sûda wê li hember dolar tune ye ji ber ku buhayê kelûpelan nehatiya guhertin.
Nivîskar Luqman Yûsif jî dibêje ku ew nabîne diravên nû dê bighin deverê ji ber ku bank grtîn e û berê Sûriyê jî ber bi pêşerojeke tarî de dibe.
Derbarê guhertina lîreya Sûrî bi dolarê Emerîkî, Çavdêr Şemdîn Nebî got ku divê di dema niha de welatî dolarên xwe bi diravên nû neguhêrin ji ber ku ziyanên abûrî dê li wan bibin.
Di 29 Berçileya 2025an de merasîmên derxistina dirava nû ya Sûriyê li Şamê bi amadebûna serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-şer´ bi rê ve çû û bi fermî birayara bikaranîna wê di 2026an de hate dan
Cudahiya di navbera diravên nû yên Sûriyê û yên kevin de ew e ku di diravên nû de 2 sifir hatin reşkirin lê nirx yek e, li gorî Banka Navendî ya Sûriyê guhertina diravan tê di çarçoveya bernameyeke niştîmanî ji bo asankirina serederiya rojane bi diravan bê ku guhertineke di nirxê wan de hebe.