Hikûmeta Sûriyê: Hêzên me sala bûrî 620 endamên DAIŞ gitine û 24 kuştine

Hikûmeta Sûriyê: Hêzên me sala bûrî 620 endamên DAIŞ gitine û 24 kuştine

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Sûriyê raportek derbarê operasyonên hêzên xwe di sala bûrî de belav kir û diyar kir ku wan 33 şaneyên DAIŞê ji nav birine.

Wezaretê da zanîn ku hêzên wê ta niha 6 hezar û 331 kesên tomtabr bi encamdana tawanan li dijî miletê Sûriyê girtine, ji wan jî kesayetiyên naskirî yên rêjîma Esed hene, wek Wesîm El-Esed.

Wezaretê diyar kir ku hêzên wê 33 şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst ji nav birine, 620 endamên wê girtine ji wan waliyê Himsê yê DAIŞê, herweha 24 endamên DAIŞê jî kuştine ji wan waliyê Horanê.

Derbarê bazirganiya bi madeyên hişbir wezaretê got ku di heyama salekê de 122 ton madeyên hişbir û 365 milyon hebên Kaptagonê desteser kirine.

►Her weha bixwîne.. 8 kes li gundewarê Helebê hatin girtin