Pizîşkek piştî 11 salan vedigere Efrînê û karê xwe berdewam dike
Welat TV - Hewlêr
Di vê dema dawiyê de, pizîşkên Efrînê vedigerin gund û bajarê xwe, û dest bi berdewamiya karê xwe li deverê dikin.
Dr. Xelîl Bakîr, piştî 11 salan vegeriya gundê Qude yê navçeya Raco, û dixwaze li bajarê xwe bi cî bibe û karê xwe berdewam bike.
Navbûrî ji Welat TV re got: "Piştî 11 salan ji Elmanya vegeriya Efrînê û ew bi hatine Efrînê û dîtina dost û kesûkarên xwe kêfxweş e".
Dr. Xelîl Bakîr banga li hemû koçberan û hemû pizîşkan kir: "Vegerein ser cî û warên xwe, da ku em bi hev re devera xwe weke Herêma Kurdistanê şên bikin û ji nû ve ava bikin".
►Her weha bixwîne.. Pizîşkek ji Elmanya vedigere Efrînê "Werin em bajarê xwe şên bikin"